Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê, li Albertplatzê kon hat vedan. Li vê derê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê kiriye û dike, agahî hatin dayîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Ararat a Romayê, li meydana Vîa Pîazza Argentîna ya Romayê konê agahdarkirinê hat vedan. Tevî welatparêzên Kurd, gelek dostên Îtalî bi rengekî çalak tevlî çalakiyê bûn û gelek belavok belav kirin.

Çalakiyê saet di 14:00 de destpê kir û saet di 19:00 de bi dawî bû. Di vê çalakiyê de li ser mijarê agahî ji Îtalyaniyan û tûrîstan re hat dayîn.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Hamburg yê Elmaniya tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. 

Meşvanên ku meşa xwe ji stasyona tirênê ya sereke ya bajêr dest pê kirin, li kolanên sereke yên bajar geriyan. Van bê navber dirûşmeyên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hêzên AKP’ê yên dijî Bakurê Kurdistanê şermezar dikirin, berz dikirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN