Li bajarê Elmanya Dresdenê, bi armanca destekkirina HDP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û parlamenterê Meclîsa Federal a Elman Mirko Schultze axivîn.
Di axaftinan de ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat gotin, 'roja çarenûsa gelan' e. Di çalakiyê de qederê hezar kesî amade bûn. Îbrahîm Ayhan xwest ku ji bo hilweşandina benda hilbijartinê xebat werin zêdekirin.
Hunermend Mikaîl Aslan, Pinar Yildiz, Xemgîn Bîrhat, Tûncer Yalçinkaya û Xalîl Altûn jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
DRESDEN