Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên li Kurdistan û cîhanê, ji berdevkên YJK-Elmanya Ayten Aslaner li vir axivî. Aslaner berxwedanên xwerêveberiyan silav kir û got, "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê. Lewma ji bo me jinan jî rojbûn e."

Piştî axaftinan, li analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî pirsgirêka jinê hat temaşekirin. Di pîrozbahiyê de bi guliyên şitla darê ya bi rasthatina rojbûna Ocalan hatî danîn ve benn kesk û sor û zer hatin girêdan. 


 DUSSELDORF