Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê ya li Elmanyayê (KON-MED), ji bo çalakiya “7000 metre, 7000 mirov” a roja Şemiyê ya li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, her wiha çalakiyên bi heman armancê li Kurdistan û çar aliyên dinyayê hatin bibîrxistin.

KON-MED’ê bal kişand ser asta krîtîk a grevên birçîbûnê û got, “Ji bo dengê bi heybet ê çalakiyê ji dinyayê re bê ragihandin, li Dusseldorfê çalakiya ‘Xeleka ji mirovan’ wê pêk were.

Gelek bi rengekî giştî li ber xwe dide. Gelê me dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî azad bijî û bixebite. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê veguheriye rêbazeke rêveberiyê, sîstema rêveberiyê. Lewma rêveberiya li Kurdistan û Tirkiyeyê diyar dike. Bi tecrîdkirina her kesî re bandoreke neerênî li tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê divê dawî li siyaset û zêhniyeta qirrker-faşîst bê anîn ku rê li ber tecrîdê û sîstema tecrîdê vekiriye. Ji bo vê yekê jî divê em bi wijdan tevbigerin, fêhm bikin û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Berxwedanê bi xurtî dor li siyaset û zêhniyeta qirrker-faşîst girtiye û aniye ber têkçûnê.

11’ê Gulana 2019’an li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi pêşengiya KON-MED NRW û bi tevlîbûna pênc federasyonên li Elmanyayê, çalakiyek wê pêk were. Ji du baskan ve wê ‘xeleka ji mirovan’ bê avakirin. Di çalakiyê de ji bo temsîlkirina 7000 hevalên di greva birçîbûnê de, em ê 7000 kes li qada çalakiyê amade bin.”