Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endamaTevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin, dewam dike. Çalakiya vê hefteyê Meclîsa Gel a Hagenê dewir girt. Di çalakiyê de ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên Elmanya (YJK-Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) ve hate organîzekirin, dirûşmeyên  bi Elmanî û Fransî  hatin berzkirin.  Çalakiya ku li Martîn Lûtter Platz hate li dar xistin saetekê dom kir. 


 DUSSELDORF