NAV-DEM, Partiya Şoreşger a Yekbûyî- Ewrûpa û AvEG-Konê banga beşdariya meşa 4’ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê kir.  Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) di daxuyaniya xwe de got, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê em hêrsa xwe divê geştir bikin’ û wiha dewam kir: “Heke em 4’ê Mijdara 2017’an, Şemiyê bi rengekî xurt tevlî meşê bibin, em dikarin li dijî dîktatoriya Erdogan, li dijî mitabeqata milî ya nîjatperestiya Tirk a AKP-MHP’ê yali dijî Kurdan, bi yekîtiya neteweyî ya Kurd û bi giyanê azadiyê, bibêjin, ‘Êdî bes e!’. Ji bo vê jî em dikarin bikin ku dewleta Elmanya jî dev ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan biqere.”

NAV-DEM’ê bi banga beşdarbûna meşa Dusseldorfê ya 4’ê Mijdarê kir û got,

“Di serî de gelê Kurd ê li Ewrûpa, divê hemû şoreşger, sosyalîst, hêzên demokratîk li dijî zordariyê xwedî li vê helwêsta rûmetdar derkevin. Ev xwedîderketin peywir û berpirsyariya namûsê, rûmetê, welatparêzî û şoreşgerbûnê ye.”


Em li ber wan çong danaynin!

Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Ewrûpayê jî got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê neyê qebûlkirin û wiha domand, “Bi taybetî van demên dawî li ser tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan fikarên me yên mezin hene.”

Partiya Şoreşger rehîngirtina HDP’yiyan û şerê qirêj ê li dijî Kurdan bi bîr xist û got, divê ew nîşan bidin ku li dijî van kirinan, berxwedan heq e û ew ê li ber wan çong daneynin.

Herî dawî hate gotin, Ewrûpa jî hevkarê sûc e û banga beşdarbûna li meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê li şoreşger, demokrat û pêşverûyan kir.


Em bibin yek!

Konfederasyona Koçberên Çewisandî ya Ewrûpa (AvEG-kon) jî di daxuyaniya xwe de li ser mijarê got, “Emperyalîstên ku bi dewleta Tirk re xwedî heman berpirsyariyê ne, derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan de divê bersivê bidin fikarên gelê Kurd, bi berpirsyarî tevbigerin û gavan bavêjin.”

Di daxuyaniyê de qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hate bibîrxistin û hat gotin, “Li dijî kirinên antî-demokratîk ên li Tirkiye, Kurdistan û Ewrûpayê, li dijî binpêkirina mafê mirovan, li dijî geşbûna tevgerên faşîst û krîmînalîzekirina saziyên demokratîk ên koçberan, divê em dengê xwe bikin yek, dest bidin hev, ji bo ku dengê me gurr bibe. Em bang li hemû şoreşger, demokrat, pêşverûyan dikin ku tevlî meşa 4’ê Mijdarê bibin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN