ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve malên xelkê Efrînê kirine navendên leşkerî û malbatên çeteyên ji Şam, Hums, Dera û Idlibê tînin li Efrînê bicih dikin. Şêniyên Efrînê ku niha li kantona Şehbayê ne, piştî ku bi zorê ji ber zilma dewleta Tirk derketin, niha li kamp û malên nîv hilweşiyayî de dimînin. Xelqê Efrînê behsa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kirin.

Em ê vegerin malên xwe

 

Şêniyê bi navê Xelîl Mistefa yê ji gundê Xawenda yê girêdayî navçeya Raco ye dibêje: “Ji ber zilma dewleta Tirk em neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê. Niha em di rewşeke zehmet de ne. Dest danîn ser mal û xaka me. Dagirkeran hemû tiştên di malên me de, firotin û mal kirin navendên leşkerî û zindan. Gelek zilm li me bû lê vîna me ya bi hêz wê Efrînê rizgar bike û em ê vegerin malên xwe.”

Mala min şewitandin

Şêniya bi navê Leyla Ehmed ya ku ji şêniya gundê Hiyama ya navçeya Bilbilê jî wiha axivî: “Çeteyên dewleta tirk a dagirker piştî ku hemû tiştên di malê de firotin, mala min şewitandin. Niha jî mal ji kesek din re restore kirin û ew bi kêfa xwe di mala min de dimîne. Em jî dûrî mala xwe di nava zehmediyê de ne.”

   

Dest danîn ser mal û milkên min

Jina bi navê Zeyneb Şêxo jî got; ”Ez ji navçeya Bilbilê me. Ez di çandiniya daran de dixebitîm. Piştî gelek kar û xebatan, me bi keda destê xwe mal ji xwe re kirî. Piştî ku Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, mala min dan kesên ji Xûtayê. Vê malê dest danî ser mal û milkê min bêyî ku tu hesab jê bê xwestin. Niha ez li kampê dûrî mala xwe ya  min bi keda xwe kirî, di nava rewşeke zehmet de me.”