Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û Ezazê li hêzên dagirker ên Tirk û komên wan ên çete xist. HRE´yê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “20’ê Çile, şervanên me li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, çalakiyeke sekvaniyê li dijî eskerekî artêşa Tirk a dagirker kir. Di encama çalakiyê de eskerekî Tirk hate kuştin.
22’ê Çile, şervanên me li gundê Ebla yê Ezazê ku li bakurê Helebê ye, li dijî baregeheke çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kir. Di encama çalakiyê de tevî berpirsyarê benda kontrolê ya navçeya Exterînê ya Helebê 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Her wiha baregeha çeteyan û maşîneyeke esker tê de bûn, hatin rûxandin.”
ANF/EFRÎN