
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din komên çekdar ên DAIŞ’ê li derdora gundê Dîwa Jêrîn êrîş pêk anîne. Hate zanîn ku li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn qewimîn. Li gora çavkaniyên herêmî pevçûn heta çiyayê Dêwê ya di navbera Îdlib û Cindêrisê belavbûn. Di encama van pevçûnan de 8 êrîşkar hatin kuştin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di pevçûnên çiyayê Dêwa Jorîn jî 2 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek birîndar bû ye.
Li aliyê din jî hate gotin ku şervanên YPG’ê li derdora gundê Qîlê Banê ya navçeya Cindêris a Efrînê çalakî li dijî bargeha komên çalakî pêk anî. Hate gotin ku di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên DAIŞ’ê çêbûn, her wiha 4 wesayîtên wan jî hatin derbkirin.
Ambulansên Tirkiyê birîndarên çeteya dibin Tirkiyê
Çavkaniyên herêmî destnîşankirin ku piştî şerên li herêmê hêzên YPG’ê Ambulansên Tirkiyê birîdarên komên çekdar ên DAIŞ’ê derbasî Tirkiyê dikirin. Komên çekdar ên li ber berxwedana YPG’ê windayiyên mezin didin gundên herêmên Cindêrisa Efrînê bi topên hawanan topbaran dikin. Çavkaniyan diyar kirin ku zêdeyî 30 top li derdora gunên Dêwa, Çelmê, Til Selûra, Dêr Belût û Mehmûdiyê ketiye û di encamê de ziyana madî li derdorê çêbû ye.
Li gundê Sûsik 5 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li derdora gundê Sûsik ya Girê Spî (Til Ebyed) 5 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li derdora gundê Sûsik yê Girê Spî di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) pevçûn qewimîne. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 5 endamên komên çete hatine kuştin. Her wiha wesayîtek komên çete hate şewitandin û yek hate derbkirin.
EFRÎN /TIL EBYED
Şervanê YPG’ê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Zagros Cindêris ku roja yekşemê di pevçûnên li Cindêrisa Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Seydo spartin axê.
Bi hezaran kes ji bo ku cenazeyê Zagros Cindêris wergirin, duh li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Girseya qelebalix cenazeyê şervanê YPG’ê Zagors Cindêris ji vir hate girtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk tê birin Goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêrisa Efrînê. Cenaze li vir jî ji aliyê hezaran kes ve bi diruşme û tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê YPG’ê Mahir Qere Baba axivî û da zanîn ku YPG’ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê wê kar û xebate xwe bidomîne. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Melek Elûş, li ser navê TEV-DEM’ê Behcet Berekat jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana gelê kurd. Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Zagros Cindêris bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.
EFRÎN