Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku 27’ê Çile li Efrînê bi çalakiyên sekvanî 2 dagirker hatine kuştin. Li Şerayê jî droneyeke artêşa Tirk hate xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 27’ê Çile li nava Efrînê li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û wesayiteke dagirkeran hatiye rûxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heman rojê bi şev hêzên me li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, li dijî çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyên sekvanî kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.”

Li gorî daxuyaniyê 28’ê Çile di navbera Villa Qadî û Beradê de yên bi ser navçeya Şera jî, droneke artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên HRE’yê ve hate xistin.

Li ser bombardûmana artêşa Tirk jî hate gotin, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojên 27 û 28’ê Çileyê gundên Efrîn û Şehbayê bi obus û hewanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyan gihîşt welatiyên herêmê.”

 

EFRÎN