Ji ber ku buhayê wan erzan e û zêde mesrefa wan jî nîn e, malbat feqîr be jî û dewlemend be jî motorên wan hene. Welatî bi vî rengî birehetî diçin ser karê xwe û tên. Her çiqasî zêde deng derdixînin jî, welatî ji halê xwe razî ne û bi van amûran pirsgirêkên xwe yên hatinûçûnê çareser dikin.
Motorên ku di kar û xebatên malbatan de têne bikaranîn, di têkoşîna li dijî rejîmê û de jî binav û deng in. Nexwasim beriya pêvajoya şoreşê jî di çalakiyên ciwanan ên şermezarkirina polîtîkayên rejîmê de jî hatine bikaranîn. Her wiha niha jî di gelek xebatan de têne bikaranîn. Hinek jî di karên qaçaxçîtiyê de bikaranîn.
Ji 7 salî heta 70 salî bikar tînin
Li Efrîn û navçeyên wê ji 7 salî heta 70 salî hemû beşên civakê van motoran bikar tînin. Lê zêdetirîn kesên di navbera 50 û 70 saliyê de ne, ji bo peydakirina pêdiviyên malê û serdana xizmên xwe nikarin dest ji matoran berdin.
Cotkar jî ji bo ku li zeviyên xwe bigerin, wekî amûrê herî baş matoran bikar tînin. Cotkar dikarin bi van motoran biçin cihên ku wesayît naçinê, lewre bikaranîna wan hêsantir e û têne tercîhkirin. Ciwan jî ji bo geşt û gera xwe, her wiha ji bo çûn û hatina ser kar an jî dibistanê û peydakirina pêdiviyên malê matoran bikar tînin.
Dibin sedema qezayan
Li aliyê din ev motor dibin sedema gelek qezayan jî. Tenê li navçeya Cindirêsê salê 80 qeza ji ber motoran rû didin. Her wiha ji ber ku ajokarên wan zagonên ajokariyên baş pêk nayînin û temenê wan diguhere, gelek qeza jî ji ber vê yekê çêdibin. Li gorî Asayîşa Navçeya Cindirêsê ji ber qezayên matoran salê 6-7 kes li navçeyê dimirin.
EFRÎN