Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku li navçeya Şera ya Efrînê 15’ê Cotmehê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiye çalakiyeke sabotajê hate kirin û 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Navenda YPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirin: “15’ê Cotmehê, yekîneyeke me li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke eskerî ya koma çeteyên bi navê Ehrar el-Şerqiye çalakiya sabotajê kir. Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
Çeteyên kuştin ev in: Samir el-Faris (Heleb), Ata Xalid el-Qasim (Idlib), Welîd Adil el-Cedu (Hums), Yehya el-Helebî (Heleb).”
EFRÎN