Şervanên li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê YPG/YPJ’ê 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştin. Li navenda Efrînê jî çeteyên dewleta Tirk şahiyek bi navê ‘Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de’ lidar xist û gule berdan. Ji ber guleberdanê sivîlek hate qetilkirin.
Li Efrînê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya YPG û YPJ, li hember hêzên dagirker bi çalakiyên eskerî berdewam dike. Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li Şerayê 2 dagirker mirin
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên koma bi navê “Dadgeha Şerî” ya dewleta Tirk roja 18’ê Hezîranê hewl dan gundiyekî li herêma Xerab a navçeya Şerayê birevînin û hêzên wan wesayita vê koma çete kirin hedef. Navendê diyar kir ku di dema derbasûna wesayita çeteyan de teqemeniya li rê hatibû bicihkirin bi wan de teqiya û 2 çete li wir mirin, 3 çete jî birîndar bûn.
Li Bilbilê kemîn
Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPG/YPJ’ê 19’ê Hezîranê jî li gundê Hiyama yê navçeya Bilbilê kemîn danîn ber çeteyên Feyleq El Şam û di encamê de 2 çeteyên bi navê Hisên El Ebûd û Umer El Kalo yê ji Îdlibê hatin kuştin.
2 çete li navenda Efrînê hatin kuştin
Hate ragihandin, li nêzî goristana taxa Elzêdiyê ya navenda Efrînê jî roja 20’ê Hezîranê bombeya li wesayita çeteyên Firqet El Hemze hatibû bicihkirin hate teqandin û çeteyên bi navê Ehmed El Iwed ê ji Reqayê û Ebd El Fetah Şobek ê ji Îdlibê hatin kuştin.”
Navendê bi bîr xist ku bi çalakiyên dawî re hejmara leşker û çeteyên artêşa Tirk ên ji destpêka Berxwedana Serdemê ve hatine kuştin bûye 2485.
Çeteyên Erdogan li Efrînê har bûn
Her wiha li Efrînê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker şahiyek bi navê ‘Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de’ lidar xistin û gule berdan. Ji ber guleberdanê sivîlek mir û 9 jî birînar bûn.
Çavakaniyeke ji Efrînê ragihand ku pêr, saet di 21:30’an de, leşker û çeteyên dewleta Tirk li navenda bajêr şahiya ‘Serketina Erdogan di hilbijartinan de” li dar xistin û gule bê serûber berdan. Li gorî ku hatiye ragihandin di encama berdana guleyan de sivîlek navê wî nehatiye zelalkirin hatiye qetilkirin û 9 jî birîndar bûne.
Çavakaniyeke din jî da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi qasî qederekê ji bargehên leşkerî gule diavêtin malên sivîlan û meydana Azad û bi zanebûn sivîl hedef digirtin.
EFRÎN