Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li navçeyên Raco, Bilbil û Şêrawa li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.
HREʼê da xuyakirin ku di 3’yê Adarê de li navçeyên Raco, Bilbil û Şêrawa yên kantona Efrînê li dijî çeteyan çalakiyên sabotajê li dar xistine û di van çalakiyan de 7 çete hatine kuştin, 5 çete birîndar bûne û 2 erebe jî hatine rûxandin.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“3’yê Adarê; hêzên me di navbera gundên Berbenê û Qopê yên bi ser navçeya Raco, gundê Zarê yê bi ser naveçeya Bilbilê û gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa li dijî bendên kontrolê yên komên çete rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama rêzeçalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 5 çete birîndar bûn û 2 seyare jî hatin rûxandin.”
QSD´ê jî 2 çete kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Adarê çeteyan hewl da êrişî rêya M4 û gundên derdora wê bikin. QSD’ê ragihand ku di bersivdayîna hêzên wan de 2 çete hatine kuştin. QSD´ê da zanîn ku di êrişê de şervanekî wan jî bi sivikî birîndar bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN