Li navçeya Şêrawa ya Efrînê Meclisa Gel li gundên Şadêrê, Xezawiyê û Waska ji bo nirxandinên rewşa dawî ya siyasî civînên gel li dar xistin. Di civînan de Endamên Komîteyên Rêvebir ên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Gel û nûnerên saziyên navçeyê amede bûn.

Di civînê de endamê TEV-DEM'ê Arif Şêxo axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji destpêka şoreşê ve li dijî zext û êrîşên rêjîma BAAS´ê li ber xwe daye û gelek qurbaniyên Kurdan jî hene. Şêxo got, ''Kurdan xeta azadiyê ku şoreş li ser hate avakirin parastiye. Tevî ku gelek aliyan xwestin ku berê şoreşa gel ji bo berjewendiyên xwe biguherinîn, gelê kurd rê neda van lîstokan û gelê me bi vîna xwe bersiva wan aliyan dan''.

Siyaseta birçîbûnê ferz dikin

Di civînê de ambargoya ku li ser Rojava tê meşandin jî hate rojevê û li dijî vê nerazînûn hate nîşandin. Şêxo di axaftinên xwe de destnîşan kir ku rêjîma BAAS´ê siyaseta birçîbûnê li ser gel ferz kiribû û îro jî ev siyaset ji aliyê hêzên din ve li ser gelê kurd tê ferzkirin. Şêxo anî ziman ku ev ji bo şikandina vîna gel a gelê kurd, li dijî destketiyên kurdan tê meşandin. Şêxo bal kişand ser helwesta rêveriya Başûrê Kurdistanê û girtina deriyê sînoran  got: "Îro jî li ser gelê me ambargo heye. Lê belê wê bi vê ambargoyê jî bi ser nekevin. Gelê me bi vîna xwe destnîşan kiriye ku ew ê bi ser bikeve.”
Piştre Serokê Meclisa Gel a Efrînê Etûf Ebdo jî da zanîn ku ji bo xweseriyê avakirina meclisên gel rêbaza herî rast bû û bi vê yekê wê bingeheke xurt ya rêveberiya demokratîk deynin. Ebdo ji bo parastina gel û ewlekariya Rojava bal kişand ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û anî ziman ku wê rê nedin lîstokên tu hêzan.
Civîn bi bersîvdayîna beşdarên civinê bi dawî bû. 

ANF/EFRÎN