Efrîn, tevî ku ji çar aliyan ve dor lê hatiye girtin, bi axa xwe ya bi xêr û bêr têra xwe dike û roj bi roj mezin dibe. 

Xwezaya Efrînê, bi biharê re fêkiyên demsalî her tim di wexta xwe de pêşkêşî mirovên li herêmê kir. Piştî behîv, alûce û gilyazan, niha jî sêv û hirmî tên çinîn.

Li bexçeyên fêkiyan ên li nehiya Basûte ya deh kîlometreyan dûrî navenda Efrînê, serdema çinîna sêv û hirmiyan dest pê kiriye. Xwediyên baxçeyan, nava rojê li nava baxçeyên xwe ne. Jin û mêr fêkiyên baxçeyê xwe didin hev, zarok jî li dora wan digerin. Ji ber ku fêkiyên li baxçeyan zêde ne, xwediyên baxçeyan nikarin pê re bigihin, lewma ji xwe re karker peyde kirine.

Ev hemû fêkiyên li Efrînê şîn dibin, ji ber ku dor li herêmê hatiye girtin, li bazara navxweyî tê xwarin, firotin. Berê fêkiyên li vê derê li gelemperiya Sûriyeyê û li Lîbyayê jî dihatin firotin. Xwediyê yek ji van baxçeyan Hecî Baha wiha dibêje,

“Dora Efrînê niha ji ailyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatiye girtin. Dixwazin vê derê dagir bikin. Sedema herî mezin a ji bo daxwaza dagirkirinê jî, berhemdariya axa Efrînê ye.”


SÎNAN DENÎZ/ANHA / EFRÎN