Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama SZK’ê Sureya Hisên axivî û roja Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Hisên, di axaftina xwe de Şehîdê Zimanê Kurdî Ferzad Kemanger ê ku bi destê hêzên Komara Îslamî ya Îranê hate dardekirin bibîranî.
'Xwedî li zimanê xwe derkevin'
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zîlan Efrîn jî axivî û Roja Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir û bang li hemû beşên civakê kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin. Li ser navê YPG’ê Berfîn Efrîn jî axivî û roja ziman li Rêberê Gelê Kurd Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir. Di şahiyê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (Yekîtî), PYD’ê û Yekîtiya Star jî peyam hatin xwendin.
Di şahiyê de helbestvan Zêrîn Dînikilî û Ferîd Beko helbest pêşkêş kir, her wiha şanoyên li ser Zimanê Kurdî hatin pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de Koma Mazlum stran pêşkêş kirin û beşdarên şahiyê xelekên govendê gerandin.
EFRÎN