Paşê endama rêveber a PYD’ê Fedîle Hesen axivî û bang li welatiyan kir da ku bi awayekî aktîf di komînan de kar û xebatên xwe bimeşînin û weha peyivî: “Komîn bingeha sereke ya çareserkirna hemû pirsgirêkan e.”
Paşê dayîka tekoşer Fîras û Dayîka Tekoşer Sozdar deriyê navendê vekirin, welatî bi diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG/YPJ’ê re li nava komîngehê geriyan.
Merasîm bi stranan bi dawî bû
Li taxa Eşrefiyê jî komîngeha Şehîd Mazlûm û Şehîd Nejbîr bi beşdarbûna dehan welatiyan hate lidarxisitn. Endama Rêveber a Yekîtiya Star Fîdan Ebdo li vir axivî û diyar kir ku komîngeh wê bibe cihê çareserkirina hemû pirsgirkên welatiyan û dê bibe riya hevdîtinên civakî yên hemû welatiyan.
Piştî axaftinê komîngeh ji aliyê Dayîka Şehîd Mazlûm û Şehîd Nejbîr ve hatin vekirin. Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govend gerandin.
ANHA / EFRÎN