Li navçeya Efrînê Şiyê ji bo 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî meşeke dirêj ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin. Bi sedan welatiyên navçeyê, xwendekar, mamosteyên Kurdî, endamên hêzên asayîşê, Hêzên Parastina Civakî, Trafîk û endamên saziyên sivîl ên navçeyê jî tevlê meşê bûn. Çalakvanên ziman aşkera kir ku xwedîderketina li zimên, xwedî derketina xwîna şehîdan e û xwestin ku her netewe xwedî li zimanê xwe derekve. 


 EFRÎN