Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) di çarçoveya xebatên pêşvebirina sînemayê de, doh mîhrîcana kurtefîlman hat lidarxistin. Amadekariya mîhrîcanê 6 heyv beriya niha hatin destpêkirin. Komîteyan jî bi derhêner, lîstikvan û rexnegirên sînemayê yên derveyî welat re têkilî danîn. Di encama van xebatan de bi zêdetirî 20 derhêneran re danûstendin hatin çêkirin û rexnegir hatin vexwendin.


24 kurtefîlm tevlî dibin

Di encama xebatan de ji Misir, Rusya, Ermenîstan, Îtalya, Îran, Bakurê Kurdistanê, Azerbaycan, Bulgaristan, Filipîn, Îspanya, Lubnan û Suriyeyê 24 kurtefilmên ku dê di mîhrîcanê de bêne pêşandan û hat daxuyakirin ku di nava wan de yek bi Kurdî ye. 

Seroka Desteya Çand û Hunerê û endama kordînatoriya giştî ya Mîhrîcanê Şîraz Hemo derbarê Mîhrecanê de wiha peyivî: “Li kêleka hemû zehmetiyên ku Kantona Efrînê tê de derbas dibe û berxwedaniya ku li wir tê meşandin me dest bi kar û xebatên vê mîhrecanê kiriye. Me têkilî bi hin hunermend, derhêner û sînemayên cîhanî û Erebî re danî. Tevlîbûna wan jî dide diyarkirin çiqas berxwedan û şoreşa Rojava di tevahî cîhanê de xwedî cihekî giring e. Lê mixabin ji ber dorpêça li ser Kantonê heyî lijneya kontrolê ya mîhrîcanê nikare beşdar bibe, tenê wê bi rêya internêtê re zindî mîhrecanê bişopîne.”


Lijne ji rewşenbîrên hundir û derve pêk tê

Derbarê çêkirina mîhrecanê de Şîraz Hemo wiha got: “Mîhrîcan dê îro (doh) were li darxistin. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Rêber Apo xwedî roleke giring e di pêşxistina çand û hunerê de û her dem piştgirî daye vê yekê. Me ji bo vê roja destpêkê ya Mîhrîcanê xiste 4’ê Nîsanê. Rêber Apo ji bo rûmetdayîna têkoşîn û berxwedana bidestxistina jiyaneke azad û vegera çanda dayîkê felsefeyeke azad afirandiye, me jî roja Mîhrecanê xiste çarê Nîsanê.” 

Şîraz wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Avahiya rêxistinî ya mîhrîcana Efrînê sê beşan dihewîne, beşê rêveberiyan, lîjneyan û beşê kordînatoriyê. Lijneya nirxadina karê mîhrecanê ji 6 hunermend û rewşenbîrên kantonê pêk tê. Ez hêvî dikim ku ev mîhrecan bi serkeftî derbas bibe û rê li ber gelek hunermed û derhênerên sînemayê li Rojava ji bo kar û diyarkirina çanda Rojava ji hemû cîhanê re veke.”


 JINHA/EFRÎN