Bi beşdarbûna nûnerên Rêxistina Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Osman Şêx Îsa , Serokê Desteya Tenduristiyê Xelîl Şêx Hesen li gel bi dehan welatiyan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca vekirina navendê ji bo pêşwazikirina giliyên welatiyan, naskirina pirsgirêkên wan û çareserkirina wan, merasîmek hat lidarxistin.

Navend bi wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM‘ê hatibû xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM‘ê Hevseroka Meclîsa Gel a taxa Efrîna kevin Eyşe Heso axivî û vekirina navendê li gelên Efrînê pîroz kir, Heso da zanîn ku  destkeftiyên ku îro têne bidestxistin encamên ked û berxwedana têkoşeran e .Piştre navend ji aliyê dayikên aştiyê yên taxê ve bi tilîliyan hate vekirin. 


 ANHA/EFRÎN