Di çarçoveya kar û xebatên Navenda Weqfa Jinên Azad a Rojava a şaxa Efrînê de û bi armanca pêşxistina perwerdeya azad û demokratîk parastgeha zarokan bi navê “Mîran” bi şahiyekê vekir.
Di şahiya vekirina parastgehê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokrat, Yekîtiya Star, endamên Weqfa Jinên Azad û bi dehan jin û zarokên bajarê Efrînê amade bûn.
Di şahî de koma Şehîd Roksana ya zarokan hin dîmenên dîlanê li gel stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de deriyê parastgeha Mîran a zarokan ji aliyê dayîka şehîd Ezîz ve li gel tilîliyên dayîkan hate vekirin.
EFRÎN