Rêveberê Tevgerê Mehmûd Bekir diyar kir ku ev du roj in wan dest bi qeydkirina navên zarok û ciwanan kiriye ku temenê wan di navbera 7 û 30 salan de ye. Ev zarok û ciwan li navendên Tevgerê yên li navçeyên Mabeta, Cindirêsê, Reco û bajarê Efrînê qeyd dibin. Roja Navnetewî ya Zarokan jî li gorî Mehmûd Bekir meşek wê li Navenda Kantonê were organîzekirin.
Bekir got, piştî ku ezmûnên dibistanan bi dawî bibin ew ê dest bi van perwerdeyan bikin. Bekir di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ku van perwerdeyan bi rêve bibin wan amadekariyên xwe dikin li navçeyên Şêrewa, Şiyê, Şera, Bilbilê jî. Bekir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hunermendên bajarê Efrînê jî ji bo komîneke xwe ava bikin di nava xebatan de ne.
EFRÎN