Efrîn hefteya bê pêşwaziya du mîhrîcanan dike. Yekemîn Mihrîcana Xwendekaran dê di 10’ê Nîsanê de û di 14‘ê Nîsanê de jî yekemîn MÎhrîcana Çandê ya Şehîd Arîn tê lidarxistin.

Yekemîn Mihrîcana Xwendekaran dê di 10’ê Nîsanê de, li herêma Efrînê dest pê bike. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) bi armanca pêşxistina wêje, huner û werzîşê ligel xwendekaran dê di 10’ê Nîsanê de Mihrîcana Xwendekaran li dar dixe. Mîhercan dê 7 rojan dewam bike.

Heta niha gelek kes û komên muzîk, şano, dîlan û helbestan tevlê mihrîcanê bûne.


Bernameya mihrîcanê

Li gorî agahiyên ku ji komîteya amadekar a mihrîcanê hatin wergirtin, di roja yekemîn û dûyemîn a mihrîcanê dê pêşbirkek di warê wêje, huner, spor û zimanê Kurdî  di navbera xwendekarên dibistanên kantonê de bê lidarxistin. Li gorî encamên vê pêşbirkê dê kesên serkeftî ji bo xebatên rojên paş ên mihrîcanê bê diyarkirin.

Navên kesên biserketin dê di roja 12’ê Nîsanê bê eşkerekirin. Roja 13’ê Nîsanê jî navber tê dayîn û paşê çalakiyên mihrîcanê heta 16’ê Nîsanê dê bidomin.

Di roja dawî ya mihrîcanê de jî dê şahiyek bê lidarxistin. Di şahiyê de dê navên kesên serkeftî bên eşkerekirin. 


Mîhrîcana jinên ciwan

Li Kantona Efrînê di 14‘ê Nîsanê de yekemîn Mîhrîcana Çandê ya Şehîd Arîn a jinên ciwan tê lidarxistin.  Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Rojava ve bi dirûşmeya “Avakirina civakê bi enerjiya jinên ciwan pêk tê” tê organîzekirin

Di mîhrîcana ku dê 6 rojan bidome de dê berhemên çand, huner ên  jinên ciwan ku di warê wênesazî, peykersazî hatine çêkirin werin pêşkêşkirin. Her wiha dê di navbera jinên ciwan de pêşbirkên kişik, karate û bazdanê bêne lidarxistin.


Bernameya mîhrîcanê wiha ye:

Roja yekemîn: Bi beşdarbûna jinên ciwan meşeke dirêj wê were lidarxistin.

Roja duyemîn: Pêşbirka bazdan, kişik û karateyê wê were organîzekirin.

Roja sêyemîn: Di navbera tîmên Efrîn û Raco de lîstikên futbol û baskêtbolê wê werin lidarxistin.

Roja çaremîn: Bernameya xwendina helbestan dê bê lidarxistin. Her wiha dê lîstikên govendê bêne pêşkêşkirin û dê pêşengeheke karên destan, wênesazî û peykersazî were vekirin.

Roja pêncemîn: 5 komên muzîkê yên ji navçeyên Şêrawa, Mabata, komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê  û navenda Efrînê dê stranan pêşkêş bikin.

Roja şeşemîn: Dê di navbera xwendekarên asta amadehî, zanîngeh û xwendekarên peymangehan de pêşbirka zanînê were lidar xistin.


 ANHA/EFRÎN