Endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê li ser hemleya “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” awaz derxistin û şano amade kirin.
Ji bo destekdayîn û xurtkirina hemleya YCR`ê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê awazeke bi navê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” derxistin û şano jî li ser tevlîbûna ciwanan a hemleyê, amade kirin.
Helbestvan û nivîskar Wehîd Ibrahîm gotinên şano û awazê amade kirine.
6 endamên Çand û Hunerê hem şano amade kirine hem jî awaz derxistine. Li gorî agahiyên çand û hunerê dayî wê şano û awaz jî di demeke nêz de li navçeya Cindirêsê were pêşkêşkirin, piştre li hemû navçe û navenda kantona Efrînê wê were pêşkêşkirin.
XANDÎ ELO/ANHA/EFRÎN