3 kesên salek berê li Efrînê hatibûn revandin pêr di berdêla fîdye de hatin berdan. MÎT’a Tirkiyê bi hevkariya çeteyên xwe yên li kantona Efrînê Kurdan direvîne. Polîs û leşkerên dewleta Tirk li Efrînê bi destê MÎTê saz kirine, yixtiyar, zarok û jinên li nav bajarê Efrînê direvînin û digirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê-Sûrî bi bîr xist ku 30’yê Hezîrana borî çeteyan bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya bajarê Efrînê de girt û 6 sivîlên li gund revandin. Navên sivîlan ev e; Cemal Umer Elîko(28), Sebrî Ehmed Mihemed(40), Mihyedîn Elîko(55) û dayika wî Fîdan, Ebdo Mihemed Abdullah(35) û dayika wî Fatîme, Îmad Qadir Hisên(35) û dayika wî Emîna. Heta niha tenê nasnameya 6 kesan hatiye zanîn. Rêxistinê ragihand ku çeteyan, Cemal Umer Elîko, Îmad Qadir Hisên, Ebdo Mihemed Abdullah piştî malbatên wan fidya dan, pêr berdane, lê sivîlên din hîn jî li cem polîsên leşkerî û îstixbarata Tirkiyê ne. NAVENDA NÛÇEYAN