Li navenda bajarê Efrînê teqîneke mezin pêk hat.
Li sûka bajarê Efrînê ku bi navê rêya Raco tê naskirin, teqîneke mezin pêk hat.
Der barê teqînê de zêde agahî bi dest neketin, lê dîmenê hema piştî teqînê di ragihandinê de cih girt. Ji dîmenan jî diyar dibe ku hejmareke erebeyên derdorê teqiyane û dişewitin. Tê gotin, hejmareke zêde kes jî mirine.
ANF/EFRÎN