Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan derbarê şerê li Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de hevpeymanek bi Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re îmze kiriye û agirbest ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro derbarê agirbesta li gundewarên Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de di navbera YPG’ê û Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê de hevpeymanek hat îmzekirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku wek YPG’ê em ê hevpeymana me îmze kirî, pêk bînin û ti têkiliyên me bi ti hevpeymanên dîtir re tune ne. Em soza xwe ya parastinê bi gelê xwe yê gundê Meryemîn û Enabê yên girêdayî Kantona Efrînê re nû dikin û em dbêjin em ê wan ji hemû êrîşan biparêzin.”
Êrîş hatin pûçkirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê rewşa dawî ya li kantona Cizîrê û Kobanê de daxuyaniyek da raya giştî û diyar kir ku hêzên wan derbên giran li çeteyan dane.
Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê ragihand ku di 18’ê Kanûnê de çeteyên DAIŞ’ê li derdora Çerxerêya Bediî ya dikeve rojavayê Çiyayê Kizwanan hewl dan êrîşekê li dar bixin. Navendê diyar kir ku hêzên wan di cih de li ser vê koma çete yên ku amedekarî dikir ji bo hawana biaveje çeperên YPG’ê de girt û di encamê de 2 çete hatin kuştin û çeteyên din jî neçar man ji deverê reviyan.
Navendê raginand ku li heman herêmê çeteyên DAIŞ’ê hewl da li ser riya ku ji rojavayê Çiyayê Kizwanan derbas dibe û li hemberî hêzên YPG’ê êrîşê pêk bînin. Navendê diyar kir ku hêzên wan bi tûndî bersiv da çeteyan û di encama şerê li vir qewimî de tirimpêleke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin.
Êrîşa xwekujî hat sekinandin
Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di heman rojê de çeteyan xwest saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li dijî gundê Til Hemama Tirkmenan yê giredayî bajarokê Silûkê êrîşên xwekujî pêk bînin. Navendê diyar kir ku şervanên YPG’ê girtin ser vê koma çeteyan û di encamê de cenazeyên 3 çeteyan tevî 3 kalaşnikov, 3 rextên xwekujî û 3 telefonan, hatin desteserkirin.
Navendê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan li bakur-rojavayê Çiyayê Kizwanan tirimpêleke bombebarkirî ji bidest xistin.
EFRÎN