Daxwaza cenazeyan
Şahidan, anîn ziman ku ewil li endamên PKK'ê îşkence kirin û piştî îşkence kirin, cenaze şewitandin û çûn. Şahidan wiha got: "Cenazeyên jinan cuda û yên zilaman cuda kiribûn û şewitandibûn. Bi mehan cenaze li qada operasyonê hatin hiştin. Piştî demekê hin welatiyên gund şev nîvê şevê kom bûn û çûn cenaze defin kirin. Şahidan anîn ziman ku li cenazeyan îşkence hatibû kirin, tiliyên wan û guhê wan hatibû jêkirin. Welatiyan da zanîn ku îşkenceyek mezin li cenazeyan hatibû kirin û wan cenaze di 2 goran de defin kirin."
Welatiyên gund diyar kirin ku ew şahidin û hêj ji bin bandora bûyere derneketine. Welatiyên gund xwestin gor bê vedan û cenaze teslîmî malbatan bên kirin. Welatiyan destnîşan kir ku her dema di ber gorê re derbas dibin ezabê wîjdan dijîn. Welatiyan xwestin cenazeyan teslîmî malbatan bikin."
DÎHA/WAN