Malbatên Êzidî yên li Êlihê erdên xwe bi dest xistin, lê yên erdên wan desteser kiribûn êriş kirin.

Malbatên Êzidî yên li gundê Kelhoka Bişêriya Êlihê di salên 1990’î de ji ber zext û şer, erdên xwe dabûn rûspiyên malbatên Karabûlût û Bîter. Êzidiyan di noterê de erdê xwe emanetî van kesan kiribûn û neçar mabûn ku koçî Ewropayê bikin. Malbatên Êzidî piştî 20 salan vegeriyan û dîtin ku erdên wan hatine desteserkirin.

Malbat ji bo ku dîsa erdên xwe bi dest bixin doz vekiribûn. Piştî têkoşîna hiqûqî ya 8 salan malbatan erdên xwe bi dest xistin.

Lê malbatên Bîter û Karabûlût gelek caran êrişî malbatên Êzidî kirin. Malbatên Êzidî doh jî dema ji otelê derketin 6 kesan êrişî wan kir. Di êrişê de Nedîm Erkîş ê ku li Kelhokê erdê wî heye û Cevdet Tûkû yê ku ji bo şînê hatibû bajêr, birîndar bûn.

Piştî êrîşê 6 êrîşkar hatin binçavkirin.

 

ANF/ÊLIH