Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Bulent Hatun, diyar kir ku wan ji îro pê ve turnuvayê daye destpêkirin û da zanîn ku ew ji ber kêmasiyên çalekiyên civakî ev 5 sale vê turnuvayê dane destpêkirin. Hatun, destnîşan kir ku wan vê turnuvayê ji bo mamosteyên dibistanan dane amadekirin û got armanca ew e ku bi vê çalekiya werzîşê dixwazin di navbera mamosteyan de hevnasî û dostanî li pêş bikeve. Hatun, li ser navê kesên navê Maruf Eken ji ku hatiye meraq dikin rawestiya û anî ziman ku Maruf Eken endamekî wan buye û beriya 5 salan di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Hatun, da zanîn ku ji bo navê hevalê wan neyê ji bîr kirin û her tim bê bi bîranîn li ser navê wî vê turnuvayê dane destpêkirin. Hatun, anî ziman ku ew hêvî dikin ku dê ev turnuva ji bo pêvajoyê bibe alîkar û li ser navê aşîtî û dostaniyê ji hemû lîstikvan û tîman re serkeftin xwest. Hatun, hêvî kir ku dê ev turnuvaya wan bê alozî derbas bibe û bi encamek baş bi dawî bibe.
Piştî axaftina Hatun, li Seha Kulturê di roja ewil de tîmên Zanîngeh û Lîseya Turk Telekomê ya Anadoliyê û Dibistana Serete ya Petrol û Dibistana Serete ya Bajarokê Awîskê hatin pêşberî hev. Turnuvayê ewil bi lîstika van tîman hate destpêkirin. Dê turnuva di 9 Gulanê de bi lîstîka fînalê bi dawî bibe.
ÊLIH