Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê der barê operasyon û pevçûnên dijwar ên 1-5’ê mijdarê li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî de agahî da. HPG'ê got; “1’ê Mijdarê li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Fermandarê Qolordiya duyemîn û Fermandarê Tumenên Colemerg û Wanê dihate rêvebirin de pevçûnên dijwar qewimîne.”
HPG'ê têkildarî şer û pevçûnên pêk hatine ev agahî da: “Di 1’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Elkê li dijî leşkerên li Zozanên Laleş û Meydan Zengilê ne ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin.”
HPG’ê diyar kir ku piştî vê çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye, kuştî û bîrîndarê xwe jî bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
HPG’ê da zanîn ku di heman şevê de operasyon ber bi zozanên Kejanê, navserên Peyanûs, Kato Kawalê, Kato Ortê, Girê Ehmed, Girê Reş, Çela Cengê û zozanên Mezrayê ve hatiye berfirehkirin. 


Pevçûnên 2-5'ê Mijdarê
HPG-NÇR’ê der barê operasyon û pevçûnên 2 heta 5’ê mijdarê de jî ev agahî da: “2’yê Mijdarê di navbera saet 04.30-05.00’an de li dijî Kato Marînos, Astenga Marînos, Anîtos, Suwara Xalê û Mamedokayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û operasyon bi daxistinan ber bi van herêman ve belav bûye. Dijmin li herêma Pira Şînê 8 panzêr bi cîh kiriye û li ser girên bilind jî leşker bi cîh kiriye. Di heman rojê di navbera saet 10.00-11.00’an de li dijî herêma Kato Marînosê ji aliyê artêşa dagirkera Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin, piştî wê jî bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. "

Li mezrayê 6 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniya HPG'ê de têkildarî pevçûnên 3 û 4'ê Mijdarê de jî agahî hatin dayin: "3’yê Mijdarê artêşa dagirkera a Tirk xwestiye dakeve berfirehiyên eraziyê, li dijî van leşkeran li herêma Mezrayê ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor û bombeyan 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.
4’ê Mijdarê li gel herêmên operasyon berdewam dike ber bi Deriyê Şehîd Botan û Deriyê Hirçê jî hatiye berfireh kirin.
5’ê Mijdarê di saet 13.15’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestiye dakeve Katoyan de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên heta saet 15.30’an berdewam kiriye ji 10’an zêdetir leşker hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Ji ber bombebaran dijwar a dijmin hejmara zelal nehatiye tesbîtkirin. Di heman rojê di navbera saet 12.00-20.00’an de artêşa dagirker a Tirk ku derbeyên giran xwarine bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye."

Piştî darbeyê giran vekişiya

HPG'ê ragihand ku hêzên operasyonê bi çalakiyên tund ên gerîlayan re rû bi rû mane û neçarî xwekişandinê bûne û wiha hate ragihandin: "6’ê Mijdarê di saet 16.30’an de jî li dijî leşkerên li Şikêrê Spî bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di heman saetan de helîkopterên skorkskyê xwestiye mudaxeyî cihê bûyerê bike, rastî bergiriya gerîlayên me hatiye bê ku bikeve herêmê paş de vekişiyaye.
Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me artêşa Tirk derbeyên giran xwariye û di roja 7’emîn a operasyonê naçar maye paş de vekişe.”

4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

HPG'ê di daxuyaniya xwe de der barê wendahiyên gerîlayan de jî ev agahî da: “Di encama pevçûnên di roja pêncemîn (5’ê Mijdarê) de qewimîne 4 rêhevalê me gihîştine şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me zelal bû wê raya giştî were agahdarkirin. Herweha yekîneyeke gerîlayên me ya ji 3 kesan pêk tê jî heta niha têkilî nehatiye danîn.

Ji YJA-Starê jî çalakî

Gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xist û di encamê de leşkerek hat kuştin. Navenda Çapemeniya YJA Starê derbarê çalakiyê de agahî da û got: “Di 7’ê Mijdarê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Meymûn bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Piştî çalkaiyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan herêm bombebaran kiriye.

ANF/BEHDÎNAN




'Operasyona dersînor' pêk nehatiye
HPG’ê îdîayên operasyona dersînor a bejahî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê derewand û got: “Armanca vê şerê psîkolojîk ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ew e ku bi propagandayên wiha komkujiya ji aliyê balefirên şer ve li Qendîlê pêk hat veşêre.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê îdîayên operasyona “dersînor a bejahî” ya artêş û çapemeniya Tirk derewand. Di daxuyaniya der barê mijdarê de hat gotin; “Tu têkiliya nûçeyên ku dibêjin artêşa dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dersînor a bejahî li dar xistiye, bi rastiyê re tune ye. Artêşa Tirk ji bilî bombebarana bi balefiran ku tenê ew hêz di destê wê de maye û di her carekê de serî li vê yekê dide û piraniya caran herêmên sivîl bombebaran dike, tu operasyoneke din a dersînor li dar nexistiye.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di berdewamê de got; “Armanca vê şerê psîkolojîk ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ew e ku bi propagandayên wiha komkujiya ji aliyê balefirên şer ve li Qendîlê pêk hat veşêre.”



Ji HPG’ê daxuyaniya bûyera Şemzînanê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê aşkere kir ku lêkolînên wan ên derbarê bûyera li Şemzînanê pêk hat de didomin û diyar kir ku lêpirsîna wan der barê bûyerê de berdewam dike. HPG’ê diyar kir ku dê berpirsên bûyerê bên cezakirin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê derdarê teqîna 4’ê mijdarê li navçeya Şemzînanê pêk hat û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Lêkolînên me yên der barê teqîna roja 4’ê mijdarê, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk hat û têde zarokek jiyana xwe ji dest da û gelek mirovên me birîndar bûn de berdewam dike. Li gorî encama destpêkê ya hatiye bidestxistin: Em weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê me zelal kir ku her çendî çalakiyên bi wesayitên bombe lê barkirî di serî de li bajarên kurdan û li herêmên sivîl hatiye qedexekirin, lê yekîneyek me ya herêmî bi armanca çalakiyê li dijî wesayiteke leşkerî pêk bîne, ev teqîn pêk aniye. Di çarçoveya lêpirsîna ku berdewam dike de, em hin îdiayên ku dibêjin di vê bûyerê de hin mirovên me ji aliyê dijmin ve hatine birîndar kirin, lêkolîn dikin.
Em weke tevger, her çendî tu teqîn û hedefên me yên bi vî rengî tune bin, ji ber rûdana bûyereke wiha em pir xemgîn bûne. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di serî de gelê Şemzînanê û hemû gelê kurd, di çarçoveya rêzdariyê de, em li ser vê bûyerê disekinin û em dibêjin ku em ê cezayê pêwîst bidin kesên berpirs. Her wiha, em ji bo malbata ciwanê me yê jiyana xwe ji dest da sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”