HRRK bi vê mîhrîcanê armanc dike ku hevdîtin di navbera nivîskar, muzîkar û hunermendên li Ewrûpayê û gelê wir re bê çêkirin, peywendiya çanda Kurdî bê pêşxistin.
Îsal bernameya mîhrîcanê ji aliyê Mûsa Silêman û Xunav ve tê birêvebirin. Mîhrîcana ku wê bi axavtinên mêvanan û xwendina berhemên wêjeyî pêk bê ji Bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê jî sê kesan dike mêvanên xwe. HRRK’ê îsal nivîskarê Elman ê navdar Hermann Schulz wekî Mêvanê Rûmetê hilbijartiye. Her wiha mîhrîcan wê bi stiran û muzîka Kurdî bê xemilandin.
Li gor agahiyên ku amadekarên mîhrîcanê; Bîlal Hesen, Ciwan Qado, Hekîm Sefkan, Xunav Kano, Şêro Dalînî, Nûh Silêman, Abdulkadir Mûsa, Abbas Abbas, Ehmedê Xursî, Husên Hebeş, Nezîr Melle, Seydo Reşîd, Lukman Silêman, Muhemed Zada, Ranya Yûsif, Umer Bozan, Selwa Hesen, Hozan Enez, Mihemed Revê, Şêxmûs Îsa beşdarî mîhrîcanê bibin.
Bi stranên xwe dê reng bidin mîhrîcanê
Ji aliyê muzîkê ve jî hunermend Zubêr Salih, Hunermend Kurdistan, Xêredîn Bero, Mustefa Dadar û Bengîn Efrînî bi muzîk û dengê xwe, bi stranên xwe dê reng bidin mîhrîcanê.
Her wiha ji Bakurê Kurdistanê Amed Çeko Jiyan, ji Başûrê Kurdistanê Serfiraz Neqişbendî û Rojhilatê Kurdistanê jî Hesen Îrandost wekî mêvanên mîhrîcanê di mîhrîcanê dê dê cih bigirin.
WUPPERTAL