Ji bo koordînasyonê 11 kes ji 6 herêman hatin hilbijartin. Di komîsyonê de jî 71 kes cih digirin. Berdevkiya koordînasyonê jî wê Cano Yildiz bike.
Yildiz anî ziman ku ew ê li ser HDP'ê û pirsgirêk û daxwazên koçberên li derdora Mannheimê, broşurên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî biweşînin. Yildiz diyar kir ku mîna xebata hilbijartinê ya dema bihurî, divê afîş werin bikaranîn. Yildiz da zanîn ku di navbera 2-10'ê Îlonê de wê qeyd bên kontrolkirin û di navbera 10'ê Îlonê û 8'ê Cotmehê de jî xebatên propagandayê werin meşandin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Halîs Dogan jî da xuyakirin ku pêwîst e bi komîsyonan re ruhê yekîtiyê were afirandin. Ji koordînasyona hilbijartinê Ramazan Ozuak da zanîn ku girîng e plansaziya hatiye destnîşankirin, bi lezgînî bikeve meriyetê û got, "Çawa ku di 7'ê Hezîranê de dîktatoriya AKP'ê têk çû, em ê di 1'ê Mijdarê de jî qesrê hilweşînin."
Saarbruecken jî amade ye
Pêkhateyên Hêza Demokratîk a HDP Saarlandê hefteya bihurî civîna xwe ya destpêkê lidar xist, komîsyona rêvebirinê ya ji 5 kesan hingê hatibû avakirin. Her wiha biryar hatibû dayîn ku di nava hefteyê de xebatên ji bo avakirina komîsyonên qademeyên jêrîn bên qedandin.
Di civîna roja Yekşemê de berpirsyarên qadan û xebatkarên komîsyonên jêrîn amade bûn. Di encama nirxandinê de hat ragihandin ku di nava hefteyekê de li hemû qadan komîsyon hatine avakirin, di heman demê de zêdeyî sed kesên di lîsteya hilbijêran de ne qeydkirî ne hatine tespîtkirin û berê wan dane Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Maînzê.
Li Wûppertalê jî xebatan destpê kir
Li Wûppertalê jî Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir. Bi vê armancê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di 30'ê Tebaxê de civînek hat lidarxistin. Di nirxandinên li civînê de hat ragihandin, ku divê kontola qeydan bê kirin û heta 10'ê Îlonê hilbijêrên ne qeydkirî bên qeydkirin.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê Lêhat Botî da zanîn ku ew dixwazin ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê serketineke mezintir bi dest bixin û weha peyivî "Em bang li tevahiya Kurdistanî û mirovên şoreşger demokrat ên li Ewropayê dikin da ku tevlî xebata me bibin."
NAVENDA NÛÇEYAN