Frankfurt: Weke Kobanê dibin pişt ji bo HDP´ê

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Frankfurtê, bi sedan Kurd li hev civiyan û betalkirina destnedana parlamenterên HDP’yî şermezar kirin.

Meşa ji gara trenê ya navendî dest pê kir, li meydana Operaya Kevin veguherî mîtîngê. 

Li ser navê NAV-DEM’ê Vîldar Dîrîk li vir peyivî û destnîşan kir, ku Kurdên li Ewrûpayê çawa xwedî li Kobanê, Şengal, Cizîr û Roboskî derketin, îro jî wê bi heman rengî xwedî li HDP’ê derkevin. Mîtîng bi xwendina belavoka NAV-DEM’ê qediya.


Koln: Kujerê zarokan Erdogan

Ciwanên Kurd ên li eyaleta Nord Rhein Westfallenê li bajarê Kolnê meşiyan. Bi sedan ciwanên Kurd li nava kolanên Kolnê dirûşmên “Kujerê zarokan Erdogan”, “Bijî HDP”, “PKK” gotin.

Çalakgerên li Ebertplatzê civiyan, ber bi Dêra Domê ya dîrokî ve meşiyan. Ciwanan di meşê de belavok belav kirin û bang li gelê Elman kirin da ku di tûrîzmê de Tirkiyeyê boykot bikin û ji bo bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê. 

TJK-E, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî destek dan meşê. Meş li Meydana Domê veguherî mîtîngê. 


Kassel: Ciwanan rê li çûnûhatinê girt

Li Kasselê, bi armanca şermezarkirina darbeya li dijî HDP´ê, çalakiya “Dest nede vîna min” hat lidarxistin. Komek ji Kurdistaniyan saet di 18:00´an de Meydana Stern a li navenda bajêr li trafîkê girt û komkujiyên li Kurdistanê, şermezar kirin. Piştî çalakiya nîv saetê, rê dîsa li çûnûhatinê vebû û çalakgeran bi gotina dirûşmeyan, hikûmeta AKP’ê şermezar kir.


Li Freiburgê gelan AKP rûreş kir 

Betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’yî û hewldanên ji bo avakairina kampa DAIŞ‘ê li Teroyan, li bajarê Elmanya Freiburgê çalakiyeke şermerzarkirinê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê NCDK-Freiburg, Dergaha Çanda Elewiyan a Freiburgê û Komuna Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin û tevî rêxistinên çep ên Elman bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Girse li Kartoffelplatzê civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Li ser navê girseyê li Agûstînerplatzê belavoka NAV-DEM’ê hat xwendin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Kurd li Japonyayê pişta HDP´ê ne


Kurdên li Japonyayê li dijî biryara betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Tokyoyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya hat gotin, “Li dijî darbeya Qesrê ya li hemberî vîna me hatiye kirin, em ê her tim bi wekîlên xwe û bi vîna xwe re bin.”

Bi qasî sed kesên beşdarî çalakiyê bûyî, alên HDP’ê hilgirtin.