Li bajarokê Rîttmarshaûsen ê Elmanyayê, ku 770 kes lê dijîn, Chîcgoûa Noûbactep ê ji Afrîkayê bû şaredar. Noûbactep hem bi nasnameya xwe ya biyanî hem jî bi rêbaza xwe ya ku di têkiliyan de xwe ji burokrasiyê vedigire, balê dikişîne. 

Li Elmanyayê, yekemcar di sala 2012’an de reşikek bûbû şaredar. John Ehret ê ji Afrîkayê, ku leşkerekî Amerîkî û dayikeke Elman ji dayik bû, di sla 2012’an de li bajarokê Maûer ê eyaleta Baden-Wurttembergê ku nifûsa xwe hezar e, bû şaredar. Bi vî rengî li Elmanyayê bû yekem şaredarê reşik.

Chîcgoûa Noûbactep ê 48 salî yê ji Kamerûnê, ku li Zanîngeha Gottîngenê weke jeolog dersê dide, di hilbijartinên Îlona 2016’an de ji bo şaredariya komuna Rîttmarshaûsen a ser bi bajarê Gleîchen ê eyaleta Nîedersachsenê hate hilbijartin. Li vî bajarokê biçûk ku 770 kes lê dijîn, Noûbactep 35 ji sedî yê dengan stand û hate hilbijartin. Noûbactep di hevpeyvîneke xwe ya bi Deûtsche Welle re gotibû, heta ku xwe qanih kir ku di hilbijartinê de bi ser ketiye, 2 roj derbas bûn. 


NAVENDA NÛÇEYAN