Tîm Locks (38) ê ji Îngilîstanê ket ser rê û tevlî têkoşîna hevpar a Asûrî û Kurdên Êzîdî ya li hemberî DAIŞ‘ê bû, ‘heta temamiya rûyê erdê ji holê rabe’ ew ê bi gelên ku jê re dibêje ‘ferdên malbata min e’ têbikoşe. Locks ev biryara xwe piştî komkujiya meha Tebaxê ya li hemberî Êzidiyên li Şengalê da.
Locks anî ziman ku dîmenên reva Kurdên Êzidî ji êrîşên DAIŞ’ê ew gelekî guhertiye û destnîşan kir ku ji wê demê û pê ve ‘hesabpirsîna ji DAIŞ’ê’ weke armanca yekane daniye pêşiya xwe. Locks got, “Min ji xwe re got; “Êdî dem hatiye alîkarî ji mirovên din re bê dayîn.”
Piştî ku biryar da li dijî DAIŞ’ê şer bike, bi rêya înternetê hewl dide têkiliyê deyne û di vê demê de xwe digihîne Amerîkiyekî bi navê Brett ê têkiliya xwe bi hêza mîlîs a Asûriyên li Iraqê ‘Dwek Nawşa’ heye. Ev hêza mîlîs, tevî alîkariya lojîstîk a ji bo gelê Asûrî, her wiha ji aliyê teknîkên çek û parastinê de perwerde dida gel.
Tîm Locks da xuyakirin ku Dwek Navşa di heman demê de hêzeke parastinê ya çekdarî ye û ji bo tevlî vê rêxistinê bibe, testên pêwîst derbas dike.
Her tişt li dû xwe hişt
Tîm Locks ku ji bo bibe parçeyek ji berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ‘ê hemû amadekariyên xwe kir, destpêkê mala xwe firot û xebatên kargehên xwe sekinand. Locks tiştek li dû xwe nehişt û beriya çend hefteyan bi balafirê xwe gihand bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û tevlî şervanên Asûrî bû.
Locks ê ku bala çapameniya Îngilîz kişand, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Daily Mail de destnîşan kir, ku komkujiya hat serê Êzîdiyan bû sedem ku ew jiyana xwe biterikîne. Locks got, “Ez mirovekî gelekî mijûlkar bûm. Li maleke ku hawizê xwe hebû dijiyam û salê 8 caran diçûm ger û geştê. Ya rast, min çi bixwasta, li ber destê min bû.” Locks da xuyakirin ku ew di şerê li dijî barbariya DAIŞ‘ê de li jiyana rastî digere.
Heta DAIŞ biqede ezê vegerim
Tîm Locks dema gihaşt Iraqê, destpêkê tevlî xebatên avakirinê bû, diyar dike ku çarenûsa wî û ya rêhevalên wî yên Dwek Navşa û Êzidî, heman çarenûs e. Locks dibêje, “Ez wan weke endamên malbata xwe dibînim” û ji bo pirsa li ser vegera welatê xwe dibêje, “Dema DAIŞ bi temamî ji ser rûyê erdê hat birin, ez ê hingî vegerim.”
ANF/SILÊMANÎ