Berxwedêrên Rojiya Mirin a Mezin a 14’ê Tîrmehê ya Amedê li paytexta Ermenistan Erîvanê li Ofîsa Kurdistan Komîteyê bi civînekê hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Mahsûm Hasan axivî û got, “Ji bo mirovan ji can bêhtir tiştekî bi qîmet nîne. Şehîdan xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirin, canê xwe feda kirin. Ji vê mezintir tiştek nîne. 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd mîlad e. Dewleta Tirk li wê derê îrade dît. Rastiya PKK’ê ya ku têk naçe dît. Nabe ku em vê berxwedanê normal, ji rêzê bibînin. Berxwedanên me hemû bi saya wê rojê ne. Em soz didin ku bi ruhê berxwedana wan em ê têbikoşin.”
Hevserokê Yekîtiya Kurdên Ermenistanê û wekîlê Parlamenta Ermenistanê Kinyaz Hasanov got, “Şehîd nirxên me yên herî mezin in. Di nava tevgera azadiyê ya Kurd de hema bêjin ji her gelî şehîd hene. Ciwanên şervan hene ku bi îdeolojiya Rêber Apo ji bo azadiya gel têdikoşin. Li Rojava gelekî berxwedêr hene, gelekî ji bo azadiya xwe şer dike heye. “
Rojnamevan-nivîskar Mirazê Cemal jî helbestên xwe yên ji bo şehîdan nivîsandî xwend.
ANF/ERÎVAN