Di daxuyaniyê de rewşenbîr û nivîskar  amade bûn. Serokê şewra gelê Kurd Kinyasê Hemîd li ser navê sazî û rêxistinên Kurdan axivî. Hemîd got: “Em hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin ku parastina civaka me ya Êzidî nekirin û ew kirin destê DAIŞ.” Serdar ev bang ki: "Dest bavêjin çeka xwe, li rex hêzên YPG û HPG’ê bisekinin û parastina xwe bikin.”


Li Parîs û Hîldesheîmê çalakî
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê, li paytexta Fransa Parîs û bajarê Elmanya Hîldesheîmê bi çalakiyan hat protestokkirin. Li ser banga Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê li Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi sedan Kurdistanî hatin cem hev. Kurdistaniyên li ber Akademiya Civaka Demokratîk a Kurdistanê li hev civiyan, li gel endamên saziyên şoreşger-demokrat bi dirûşman ber bi Meydana Republique ve meşiyan. Girseya gel li Meydana Republiqueyê ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girt. Piştre jî belavoka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi Fransî û Kurdî hat xwendin. Di belavokê de bang li dewlet û saziyên navneteweyî hat kirin ku li hemberî DAIŞ'ê bikevin nava tevgerê û destê alîkariyê dirêjî mirovên li Şengalê bikin. Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî bi sedan Kurdistanî li xeraja otobusan a li navenda bajêr hatin cem hev û bi armanca destekkirina Kurdên li Şengalê meşek lidar xistin. Di meşê de êrîşên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Meş li ber postaxaneya bajêr veguherî mîtîngê. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku tevahiya gelê Kurd li cem Şengalê ye û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin.

Ji Êzîdiyên Gurcistanê daxuyanî

Li Mala Êzîdiyên Gurcistanê rêvebiriya malê tevî serokê wê Agit Mirzoev û endamên Şêwirdariya Ruhaniya Êzîdiyan li Gurcistanê tevî serokê wê Pîr Dîma li hev civiyane. Oldarên êzîdiyan, rewşenbîr û berpirsiyarên ciwanan jî amade bûn, biryar hate danîn ku nameyên lezgîn ji balyozxaneyan (di nav de yên ewropî, ya rûsî û DYA) û nûnertiyên rêxistinên navnetewî re bêne şandin. Rêvebirya Mala Êzîdiyên Gurcistanê biryar da ku xwepêşandanek pêk bîne û êrişên DAIŞ´ê şermezar bike. Rêvebirya malê ji ber ku pêşmergeyan Şengal bê parastin hiştin nerazîbûn nîşan da. Her wiha derbarê mijarê de wê nameyek ji Serokê Herêma Kurdstanê re jî bê şandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN