Li navçeya Amedê Erxeniyê çinîna birincê dest pê kir. Birinca li vir birinca Qerejdaxê ye. Birinca qala wê tê kirin li gundê Dimbirliyê ye. Li vir birinc bi dasê tê çinîn. Ji ber ku medrebên birincê li deverên bi kevir in. Heta bi çinînê jî av ji ser medrebê nayê qutkirin. Birinc di meha Adarê de tê çandin, 7 mehan tê avdan û piştî miqatebûneke dûr û dirêj di dawiya meha Îlonê de tê çinîn. Birinca Qerejdaxê bi bi tahma xwe ya xweş bi nav û deng e. Wekî din jî birinca Qerejdaxê gelek avê dikişîne û diwerime.

Ramazan Buyukbayram ê ji zarokatiya xwe ve karê birincê dike, got, “Ji ber ax, av û hewaya vê derê birînca wê jî baş e. Ev der cihekî hênik û bilind e. Havînê jî pir hênik e.

FETHÎ BALAMAN / MA / AMED