Namzetê BDP’yî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Cuneyt Laloglu û Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Erziromê Sebahattîn Yilmaz, diyar kirin ku wê li Erziromê serkeftinê bi dest bixin.


Hilbijartina nasnameyê

Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin Cuneyt Laloglu yê perwerdeya medreseyê dîtiye, ligel xebatên xwe yên olî bi taybet di çanda dengbêjiyê û ziman de jî xebatan bi rê ve dibe û dîsa li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Îzmîr Dokuz Eylul xwendekar e. Laloglu, diyar kir ku piştî namzetiya wî hat eşkerekirin li gund, navçe û navenda bajêr dest bi xebatan kiriye û ji aliyê gel ve rastî coşeke mezin tê. Laloglu diyarkir ku wê li Erziromê serkeftinê bi dest bixin û got, "Min Quran, tefsîr û hedîs xwendin. Lê min wek Îslama li ser Kurdan hatiye ferzkirin nedît. Ziman û azadiya ziman a di ayetên Xwedê de hene, di bin navê ol de qedexe dikin. Em van tiştan ji gel re dibêjin. Îslama Hz. Muhammed, zimanê tu nîjad, millet û qabîleyê qedexe nake. Berevajî dibe alîkar.”

Emê Rojava silav bikin
Serokê Rêxistina BDP’ê ya Erziromê Sebahattîn Yilmaz, diyar kir ku di çarçoveya “polîtîkaya tunekirinê” ya sedsalan de, li ser Erziromê polîtîkayên taybet hatiye meşandin. Yilmaz, destnîşan kir ku li 4 navçeyan misoger wê şaredariyan bi dest bixin û li navçeyên Koprukoy, Oxlê û Pasîna jêrîn jî favorî ne. Yilmaz got, “Em dixwazin ji Erziromê silav bidin Amed, Botan û Rojava. Em hewl didin li Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê jî hebûneke ciddî nîşan bidin. Eger em nebin partiya yekemîn jî emê bibin partiya duyemîn. Encama em ji Erziromê bi dest bixin wê weke zincîrên xelekekê bandorê li herêma Serhedê bike.”

  DÎHA/ERZIROM