
´Bila ziman tune nebe´
Xwendekar Uzun bal kişand ku hebûna zimana hebûna mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Zimanê me bi salan e hatiye qedexekirin. Me ji bo azadkirina ziman bedelên giran daye. Pêwîste ku em perwerdehiya Kurdî bibînin. Bi salan e polîtîkayên mêtingerî û pişaftina zimanê me çanda me polîtîkayên qirkirinê meşandiye.. Em zimanê xwe û çanda xwe bernadin. Em nahêlin zimanê me tune bibe.”
Hewldana li dijî pişaftinê
Xwendekarê zanîngehê Vefa Işik jî ji diyar kir ku girîngîya kursên hene lê kemaniyê wê jî hene û wiha axivî: “Di şert û mercên Erziromê de em nikarin li korîdora dibistanê, di wesayîtan û li taxan em zimanê xwe biaxivin. Ji aliyê komên faşîstan rastî erîşan tên. Em dixwazin zimanê xwe di her derê û bi awayekî azad biaxivin. Ji bo vê jî perwerdehîya zimanê dayikê şert e. Em polîtîkayên û pişaftina dewletê qabûl nakin. Ez difikirim kursên ku vebûye bi serkeftî bi dawî bikin.”
DIHA/ERZIROM