
Ji 75 hezar hilbijêrên ku qeydkirîne li Serkonsolosxaneya Strasboûrgê heta êvara 16´ê Cotmehê 10 hezar û 700 hilbijêran dengê xwe bi kar anî. Hat ragihandin ku ji van ji sedî 25 hilbijêrên HDP’ê ne û ev rêje li gorî dengdayîna meha Hezîranê zêde ye.
Li aliyê din rayedarên Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê da xuyakirin, ku ji bo birin û anîna hilbijêran wan 10 otobus amade kirine û di dawiya hefteyê de ew ê bi otobusên ji hin bajaran, hilbijêran bibin ser sindoqan. Pêr li bajarê Mulhouse yê herêma Alsace û Saînt Avold ê li herêma Lorraîne hilbijêr bi otobusan hatin Strasbourgê. Doh jî ji bajarê Metzê otobus bi rê ketin.
Her wiha di 24’ê Cotmehê roja Şemiyê de wê ji bajarên Mulhouse, Saînt Avold, Nancy û Metzê jî otobus berê xwe bidin Strasboûrgê. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, ku dengdayînê ji roja dawî re nehêlin.
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Vîchy jî bi karwanekî wesaîtan çûn ser sindoqan.
Kurdistanî çûn bajarê Lyonê ku 200 kîlometre dûrî wan e û li Konsolosxaneya Tirkiyeyê dengê xwe bi kar anîn. Kurdistaniyan bang li hemû hilbijêran kir da ku bi berpirsyarî tevbigerin û dengê xwe bi kar bînin.
Li Saarbruckenê dezgeha agahdarkirinê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî bi armanca agahdarkirina hilbijêran dezgehek hat danîn. Dezgeh dawiya hefteyê li navenda bajêr li Bahnhofstrasse’yê hat danîn û li ser hilbijartinên 1’ê Mijdarê agahî hatin dayîn. Doh jî hilbijêr bi organîzasyona Komîsyona Hilbijartinê a HDP´ê bi otobusan çûn ser sindoqan. Komîsyonê ji kesên dixwazin dengê xwe bi kar bînin xwest ku miracaetî Navenda Civaka Demokratîk a Saarbruckenê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN