Li Almanya, Hollanda û Awûsturyayê di çerçoveya plansazî û amadekariya hilbijartinên  pêşwxet ên 1’ê Mijdar a 2015’an de hewldanên cihereng hene. Li herêm û navendên Kurd û Tirkiyeyî lê hene koordînasyonên hilbijartinê tên amade kirin. Her wiha xabatên xwe gihandina hilbijêran û  nivîsandina wan a li seferatxaneyên Tirkiyeyê bi hemû leza xwe didomin. 

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi beşdariya pêkhateyen HDP’ê civînek hat lidarxistin û starta xebatên hilbijartinê hat dayîn. Di civînê de li ser rê û rêbazên xebata ji bo hilbijartinê ya li Nurnberg, derdora wê û Eyaleta Thurîngenê de nîqaş hatin meşandin.

Di civînê de komîsyona hilbijartinê ya ji 46 kesan a ji dildaran hat avakirin. Her wiha koordînasyonek ji 8 kesan hat avakirin. Hat ragihandin, ku li gorî agahiyên ji aliyê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Nurnbergê ve hatiye dayîn, li herêma Bavyera 64 hezar hilbijêr hene û di hilbijartinên beriya niha de bi tenê ji sedî 30 ê van hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Hat destnîşankirin ku HDP herî kêm bi destxistina 5400 dengan ji vê herêmê dike hedefa xwe.

Piştî plansaziyeke berfireh, koordînasyona hilbijartinê ya HDP’ê ya Nurnbergê dest bi xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê kir.


Li Kîelê komîsyonên hilbijartinê 

Li Kîelê, xebatên HDP’yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê didomin.  hilbijartinê re dest bi xebatên xwe kirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, dest bi qeydkirina hilbijêran kirin. Ji bo qeyda bi lez û bez, komîte hatin avakirin û plan hat derxistin. Di civînê de kêmasiyên di xebatên hilbijartinê yên 7’ê Hezîranê de derketin holê hatin nirxandin û komîsyonên xurt ên xwe bigihêjînin gelek derdoran hatin plankirin. Her wiha biryar hat girtin ku li herêma Schleswîg Holsteînê xebateke berfireh were meşandin, ku kes û derdorên xwe negihandine, nemîne.


Jin jî seferber dibin

Li Essenê, komîsyona jinan a HDP’ê ya ji 22 kesan hat avakirin û xebatên ji bo hilbijartinê hatin destpêkirin. Di civîna bi vê armancê hat lidarxistin de jinan xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê nirxandin. Berdevkên komîsyonê kêmasiyên xebata di dema hilbijartinên 7’ê Hezîranê de rû dan, niraxndin. Ji ber ku hat tespîtkirin hînê hilbijêrên qeyda xwe nîne hene, hat destnîşankirin ku ji bo hilbijêr heta 10’ê Îlonê qeyda xwe çêbikin, divê xebateke berfireh were meşandin.

Jin wê ji bo hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdarê li nava malan bigerin û rola HDP’ê ya di Meclîsê de vebêjin.


Li Hollandayê civîna ‘1’ê Mijdarê’

Xebatên li Hollanda yên ji bo hilbijartinên 1’e Mijdarê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, bi komîsyonan re mîna li cihên din ên Ewropayê wê bi 3 qonaxan bên meşandin.

Di asta yekemîn de wê qeyda li lîsteya hilbijêrên derveyî welat bê çêkirin. Kontrolkirina qeydê jî bi dayîna nûmaraya nasnameya TC li malpera înternetê ya http://www.ysk.gov.tr dikare bê kirin. Hilbijêrê navê xwe di lîsteyê de nîne yan jî dixwaze cihê dengdayînê biguherîne, divê heta 10’ê Îlonê saet 16:00 li Konsolosxaneyên TC bi serlêdana şexsî ya bi nûmaraya nasnameya TC re, qeyda xwe çêbike.


Li St. Poltenê xebatan destpê kir 

Li bajarê Awûstûrya St. Poltenê, komîsyona hilbijartinê ya HDP’ê hat avakirin û starta xebatan hat dayîn.

Ji bo avakirina komîsyona hilbijartinê di 5’ê Îlonê de rêxistinên civakî li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya li St. Poltenê civiyan û bi komîsyona ji 18 kesan re dest bi xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê kirin.

Di civînê de xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê werin meşandin, hatin nirxandin. Komîsyonê kêmasiyên xebatên hilbijartina 7’ê Hezîranê nirxand.

Komîsyona hilbijartinê ya HDP’ê ya St. Poltenê got, „Di xebatên dema bihurî de me tecrûbeyeke mezin bi dest xist û ji ber vê yekê em ê xwe bigihînin hilbijêrên di hilbijartinên 7’ê Hezîrane de me xwe negihandibûnê.“   


 NAVENA NÛÇEYAN