
HAMBÛRG: Li bajarê Almanya Hambûrgê, ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, civîneke bîranînê hat lidarxistin. Civîna ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Seroka Navenda Çandê ya Kurd-Alman Nazan Ulgut di axaftina vekirinê ya civînê de diyar kir ku di kesayetiya cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, ewê bibin şopdarên felsefe û xeta Bêrîtanan.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) got, “Hurmet û cidîbûna li pêşberî şehîdan, tê wateya serxistina têkoşînê.” Nûnera TJKE got, “Mirin ji her kesî re heye” û destnîşan kir ku ya girîng watedayîna jiyanê ye. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan. Çalakî bi stranên hunermendên ciwan Nûjîn û Nûpelda bi dawî bû.
LÛDWÎGSHAFEN: Li bajarê Almanya Lûdwîgshafenê “Şehîdên meha Cotmenê” hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê li Komeleya Çanda Kurd a li Lûdwîgshafenê destpê kir. Di bîranînê de giştînameya Saziya Malbatên Şehîdan hat xwendin, sînevîzyon hat nîşandan. Malbatên Şehîdan û Kurdistaniyan “Şehîdên meha Cotmehê” bibîr anîn. Li salona bîranînê wêneyên Şervan Muslim ê çend roj berê li Rojava jiyana xwe ji dest da, Rustem Cûdî, Elîşêr Koçgirî, Çîçek Kîçî, Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz û şoreşgerên enternasyonalîst hatin daliqandin. Di çalakiya ku ji aliyê komîsyona jinê ve hat organîzekirin de peyama “Ji bo bersiv ji bîranîna şehîdan re bê dayîn, divê li dora şoreşa Rojava û Rêber Apo her kes bicive” hat dayîn.
DEN HAAG: Li bajarê Holanda Den Haagê cangoriyên Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di civînê de, di kesayetiya Celal Barak (Zeynel) de hemû şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û di serî de ‘malbatên şehîdan’ gelek Kurdistanî lê amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Meclîsa Gel a Den Haagê Aydin Yuce û Endamê Meclîsa Gel Mercan Karadag axivîn. Karadag got, “Şehîdên meha Cotmehê, feydeyeke gelekî mezin dane têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Ew bûn afirînerên mirovên azad.” Li dû Karadag xwişka Celal Barak Songul Barak peyivî û bi zaravayê Zazakî behsa têkoşîna kekê xwe kir. Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî axaftina xwe bi zimanên Kurdî û Tirkî kir. Gur polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Rojava bi tundî rexne kir û anî ziman ku gelê Rojava di rewşa heyî de pêwistiyê bi alîkariya tevahiya gelê Kurd dibîne. Li dû axaftinan ji bo bîranîna şoreşgerên Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, xwarin hat dayîn.
STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo bîranîna şoreşgerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, bîranînek hat organîzekirin. Bavê Fîdan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan û dayika gerîla Aysel Lort li civînê axivîn û banga xwedîderketina li têkoşîna cangoriyên Kurdistanê kirin. Çalakiya bîranînê ji aliyê Meclîsa Gel a Strasboûrgê û Mala Çandê ya Mezopotamyayê ve hat organîzekirin û nêzî sed Kurdistanî beşdar bûn. Li bîranînê li ser navê Komîteya Şehîdan dayika gerîla Aysel Lort û bavê Fîdan Dogan a di komkujiya li Parîsê de hat qetilkirin, Hasan Dogan axivîn. Aysel Lort destnîşan kir ku gelê Kurd wezîfeyên xwe yên li pêşberî cangoriyan, bi xwedîderketina li têkoşînê dikare bicih bîne. Hasan Dogan jî diyar kir ku di serî de gelê Amedê hemû Kurdistanî xwedî li şehîdên Parîsê derketin. Dogan diyar kir ku divê gelê Kurd şehîdên xwe bide jiyîn û bal kişand ser girîngiya ronîkirina komkujiya Parîsê.
NAVENDA NÛÇEYAN