Holanda û Awusturyayê destûr neda çalakiyên salvegera 15’ê Tîrmehê yên ku wê wezîrên AKP’ê jî beşdarî wan bibûyana. Elmanyayê hê helwesta xwe diyar nekiriye. 

Di rojeva Elmanyayê de ya ku çalakiyên 15’ê Tîrmehê yên AKP’ê bi awayekî neyekser betal kir, niha jî qedexeyeke fermî heye.

Beriya referandûma 16’ê Nîsanê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di serî de Elmanya, Holanda û Awusturya û gelek welatên Ewrûpayê, li welatên xwe çalakiyên hilbijartinê yên siyasetavnên AKP’ê qedexe kiribûn.

Di salvegera yekemîn a hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de, AKP dixwaze li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyan li dar bixe. Qedexeyeke wekî ya 16’ê Nîsanê niha ji bo 15’ê Tîrmehê jî di rojevê de ye. AKP dixwaze 15’ê Tîrmehê bike hincet û li Ewrûpayê şoveke siyasî pêk bîne.

Astengkirina çalakiyên wezîrên AKP’ê yên yekemîn vê carê ji aliyê Holanda û Awusturyayê hat kirin. Hikûmeta Holandayê îna bihurî diyar kiribû ku ew naxwazin Alîkarê Serokwezîrê Tirk Tûgrûl Turkeş biçe welatê wan.


AKP dixwaze bandorê li siyaseta me bike

Piştî Holandayê, Awusturyayê jî çalakiya Wezîrê Aboriyê yê Tirk Nîhat Zeybekçî ya li welatê xwe qedexe kir.

Ligel nerazîbûna tund a hikûmeta Tirk, rayedarên Awusturyayê ji ya xwe nayên xwarê. Wezîrê Karê Derve yê Awusturyayê Sebastian Kurz got, “Di vir de mesele ev e ku hikûmeta Tirk û Erdogan dixwazin bandorê li siyaseta navxweyî ya Awusturyayê bikin, em ê ti carî destûrê nedin tiştekî wisa.”


Elmanya miracaetan nîqaş dike

Rayedarekî ji Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê jî got, "siyasetvanekî rayedar dixwaze beşdarî çalakiyên 15’ê Tîrmehê bibe û em niha miracaeta wî nîqaş dikin."

Piştî qedexekirina mîtîngên referandûma 16’ê Nîsanê û krîza di navbera Berlîn û Enqereyê hikûmeta Merkelê qanûnek derxistibû. Li gorî vê qanûnê siyasetvanên biyanî dema bixwazin li Elmanyayê çalakiyan li dar bixin, divê hikûmet destûrê bide.

Saziya Lobiyê ya AKP’ê, UETD´ê xwestibû li gelek bajaran çalakiyên 15’ê Tîrmehê li dar bixe, lê ev çalakî hatin astengkirin. Piştî Koln û Gladbeckê li Hambûrgê jî ev çalakî hat betalkirin.

Panela UETD’ê ya ku dixwest li Swêdê li dar bixe jî ji aliyê rêveberiya Swêdê ve hatibû qedexekirin.

Niha meraq tê kirin ka helwêsta Beçîka û Inigilistanê wê bibe çi, lewma UETD dixwaze îro li Brukselê û14’ê Tîrmehê jî li Ingilistanê çalakiyên 15’ê Tîrmehê li dar bixe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN