Şaxa Ewropayê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) “1’emîn Konferansa Şaxa Ewropayê” li dar dixe. 

HRRK, piştî ku bi 5’emîn Kongireya xwe li Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo lidarxist û bi temamî navenda xwe veguhezt hundirê welêt, niha jî roja şemiyê 25.02.2017 li Almanyayê, li bajarê Wuppertalê, wê konferansa xwe ya şaxa Ewropayê li darbixe. Konferans bi sernavê “Ji bo çeşpandina nasnameya rewşenbîrî” li dar dikeve. Konferans wê di navbera saet 11.00-18.00’an de li dar bikeve.

HRRK’ya Ewropayê li ser konferansê daxuyaniyek weşand û got: “Bi vê daxuyaniyê em hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku berê endamên HRRK’ê ne, yan jî mercên endametiyê li cem wan peyda dibin, daxwaza wan a tevlîbûnê heye û li welatên Ewropayê dijîn agahdar dikin, ku ew dikarin bi komîta amadekar re di riya vê emailê re têkevin têkiliyê.Ji bo kesên eleqedar:hrrk.komitaamadekar@gmail.com” 


 Wuppertal