Hêzên Sûriya Demokratîk 3 dewreyên perwerdeyê yên nû li 3 navendên akademiyên li navçeya Eyn Îsa ya ser bi Girê Spî, da destpêkirin.
Akademiya Şehîd Lorans dewreya heftemîn ji bo fermandarên QSD’ê vekir, dewre bi navê şehîd Ehmed Mihêmîd hate vekirin û 55 fermandar beşdarî perwerdeyê bûn.
Her wiha di akademiya şehîd Sariya Ronahî de dewreyeke taybet ji sekvanan re hate vekirin û 30 şervan tev li dewreya şehîd Hozan Dirbesiyê bûn.
Li Akademiya Şehîd Feyad El-Şeblî, dewre bi navê Şehîd Mezlûm Qamişlo bi beşdariya 20 şervanan, hate vekirin.
Li gorî rêveberiya akademiyan her sê dewre wê 40 rojan dewam bikin û dersên bîrdozî û eskerî wê werin dayîn.
GIRÊ SPÎ