Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezazê derb li çeteyên dewleta Tirk dan. HRE li Ezazê li dijî çeteyên dagirker du çalakî li dar xistin di encamê de 7 çeteyên dagirker hatin kuştin. HRE’yê der barê detayên çalakiyan de ev agahî dan, “Li derdora herêma Ezazê çalakiyên me yên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi rengekî bênavber didomin. Li gundê Kefer Xaşir ê herêma Ezazê 3’ê Îlonê li dijî çeper û stargehên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker hêzên me ji sê baskan ve çalakiyeke bi bandor kirin. Di encamê de 2 çeper û stargehek hatin rûxandin û 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çekek A4 hate îmhakirin. Di heman demê de li heman herêmê li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayit hate rûxandin û 4 çeteyên dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
EFRÎN