Doh serê sibê li bajarê Ezazê bombeyek bi erebeyeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve teqiya. Hate ragihandin ku teqîn li ser rêya di navbera herêma Ezaz û Kefer Kelbîn de pêk hat.
Di encma teqînê de kuştî û birîndar çêbûn. Heta niha tu aliyan berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Bajarê Ezazê dikeve bakurê Helebê û niha di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye.
Hejayî gotinê ye ku piştî alozî di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û rejîmê de li Idlibê zêde bûn. Li deverên ku dewleta Tirk dagirkirine bûyer û tevlîhevî xwe didin der.
EZAZ